İbrahim Atmaca
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ji ber ku piştî erdhejê ji herêmê ra alîkariya mirovî şand, sipasiya Tirkiyeyê kir.
Serokwezîrê HKIyê Barzanî li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist. Barzanî li ser nelihevkirinên navbera Hewlêr û Bexdayê sekinî û got ku ew dixwazin pirsgirêk di çarçoveya makezagonê da bi diyalogê werin çareserkirin, lê Bexdayê hê di vî warî da tu bersivek nedaye wan.
Barzanî veqetandina budçeya ji bo HKIyê ku şûna ji sedî 17yan ji sedî 12 budçe hat terxankirin, rexne kir û wiha dewam kir: "Budçeya 2018an teqez budçeya herî xerab e. Di mijara budçeyê da me binpêkirina zagonê tesbît kir û ji Bexdayê ra got."
Serokwezîr Barzanî di mijara dayîna mehaneyên karmendên HKIyê da hikûmeta navendî ya Bexdayê bi "durûtiyê" va îtham kir û wiha dewam kir: "Bexda ji aliyekî va dibêje ku ew ê mehaneyan bidin, ji aliyekî va jî budçeyê venaqetîne ku ev mehane werin dayîn."
- Ji bo Tirkiyeyê sipasî
Nêçîrvan Barzanî li ser erdheja ku duh êvarê li bajarê Helebçeyê çêbû jî sekinî û diyar kir, ji ber ku piştî erdhejê ji herêmê ra alîkariya mirovî şand, sipasiya Tirkiyeyê kir.
Li gor reqamên dawîn ên ku rayedarên Îran û Iraqê eşkere kirin, di erdhejê da li Îranê 328 kes mirin, 3 hezar û 950 kes birîndar bûn, li Iraqê jî 7 kes mirin 425 kes birîndar bûn.