14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
KUWEYT
Li hizûra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Kuweytê Şêx Sabah el-Ehmed el Cabir es-Sabah di navbera herdu welatan de merasima îmzeyê ya peymanan hat lidarxistin.
Serokomar Erdogan û Mîrê Kuweytê Şêx Sabah li Qesra Beyanê hatin bal hev û bi heyetan re civîn kirin. Piştî civînan merasima îmzeyê ya peymanan hat lidarxistin.
Di mersimê de li pêş Erdogan û Şêx Sabah "Peymana Hevkariyê ya Qada Werzişê" hat îmzekirin. Wezîrê Werziş û Ciwaniyê Osman Aşkin Bak û Wekîlî Wezîrê Dewletê yê Berpirsyarê Ciwaniyê û Pîşesazî û Bazirganiyê yê Kuweytê Xalid Nasir Ebdullah el-Roudan peyman îmze kirin.
Peymana der barê rasterast teşwîqkirina veberhênanan jî ji hêla Arda Ermutê Serokê Ajansa Nasandin û Piştgiriya Veberhênanan a Serokwezîrtiyê û Meşal Cabir el Ehmed es-Sabahê Serokê Îdareya Teşwîqkirina Veberhênana Rasterast a Kuweytê va hatin îmzekirin.
Prof. Dr. Arif Ergînê Serokê TUBÎTAKê û Dr. Samîra Omarê Midûrê Giştî yê Enstituya Lêkolîna Zanistî a Kuweytê jî Peymana Hevkariyê ya di Qada Zanist û Teknolojiyê da îmze kirin.