Cebrail Caymaz, Safiyenur Aydaş
05 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2026
GAZÎANTEP/ŞANLIURFA (AA) - Li Şanliurfa û Gazîentabê hewaya germ bandora neyînî li jiyanê dike.
Li Şanliurfaya ku yek ji wan bajarên herî germ ên Tirkiyeyê ye, hewa pir germ e.
Termomêtroya li Kolana Ataturkê 45 pileyan nîşan da, ji ber germê kuçe û kolan aram bûn.
Welatiyên ku xwestin xwe ji germê biparêzin, çûn parkan û li binê siya daran sekinîn.
Li Gazîentabê jî germahiya hewayê gihîşt 33 pileyan.
Welatî çûn Parka Kavaklikê ya li Kolana Mîllî Egemenlîkê û Parka Festîvalê û li binê siya daran sekinîn ku hênik bibin.
Ji ber germê kuçe û kolan vala man.
Hin zarokan xwe dan binê ava fiskiyeyên ku avê direşînin ku çêre bê avdan û bi avê va leyîstin.