İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Şideta li ser jinê bi tu hawî nayê qebûlkirin. Wek Serokomarekî ku şîdeta ser jinê îxaneta dijî mirovahiyê îlan kiriye, ez dibêjim ku her kesê ku ev îxanet kiribe, divê cezayê xwe bikşîne."
Erdogan: "Wezareta me heta niha mudaxîlê doza 20 hezar jinên ku rastî şidetê hatine bûye û nîşan daye ku jinên me tenê nînin. Heger li welatê me li hemberî însanan, bi taybetî jî li hemberî jinan têgihêştin, helwest û sepanên çewt hebin, divê em sedemê vê yekê ne di dîn û çanda me da bigerin, lê bêtir divê em li paşxaneyan wan mêze bikin. Ji ber hindê em xwedî li meseleyên jinên xwe derdikevin ku ev yek jî tê wê wateyê, em di rastiyê da ji bo derdê hemû miletê me û hemû mirovahiyê li derman digerin. Helbet em pê beled in, heger li civakekî pirsgirêkên jinan ên di warê perwerde, şixul, cudakerî û tundiyê da nehatibin çareserkirin, ew civak nikare bigehîje armancên xwe. Ji ber ku jin tunebe, nîvê civakê jî tuneye."
Erdogan diyar kir ku planeke nû tê amadekirin û wiha got: "Di piçûktiyê da zewac û zewaca bizorê pirsgirêkeke girîng a ku divê êdî were çareserkirinê ye."
Erdogan: "Ji bo salvegera Bîbîranîna Şehîdên Çanakkaleyê ya 18ê Adarê min telîmat da waliyê xwe û jê ra got 'Wê rojê tu yê destûrê nedî ku Şaredarê Çanakkaleyê biaxive.' Li wir xwediyê wê bernameyê walî ye, serokwezîr e, serokomar e. Kesê ku endamekî meclisê yê ku bi hilbijartinê va ketiye meclîsa şaredariyê ji meclisê diavêje, divê bedêla vê bide."
Erdogan: "(Îdiayên Kiliçdaroglu) Ez vêga ji zatên ku tenezul nakin navê wî bêjim dipirsim, tiştên ku tu îdia dikî belgeya wê heye, heke hebin derxe ber milet çi hewce bike ez ê bikim. Heke na derkeve ber milet bêje ku min îftira kir, lêborînê bixwaze.
Erdogan: "Heger li dervayî welat qurişek pereyê Tayyîp Erdogan hebe, bira vê îsbat bike. Ez soz didim ku ezê kêliyekê li meqama Serokomariyê nemînim."
Erdogan got ji ber îdiayên der barê wî û malbata wî de kiriye wan der barê Kiliçdaroglu de dozeke menewî ya 1,5 milyonî vekiriye. Li dervayî welêt di kîjan banqeyê de hesabê Tayyîp Erdogan heye, ka vê îspat bike. Heke tu îspat nekî, divê tu dev ji siyasetê berdî. Heke tu bikaribî îspat bikî ezê him dev ji siyasetê û him jî dev meqama serokomariyê berdim. Waye meydan de were."