Ekip
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 28 Mijdar 2017
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag der barê doza Riza Sarraf de got: "Ez ji kesên li Amerîkayê vê dozê birêve dibin dipirsim, di destê we de delîlên rast ên Riza Sarraf sûcdar dikin hene yan na? Ku hebin kê ev delîl dane we?"
Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag li ser mijarên di rojevê de nirxandinên giring kirin.
Der heqê doza Riza Sarraf a li Amerîkayê tê dîtin de Bozdag wiha axivî: "Ev doza ku tu bingeheke wê ya hiqûqî tuneye divê an bê betalkirin an jî bidawîkirin."
Bozdag der barê mijarê de wiha nirxandin kir: "Ez ji kesên li Amerîkayê vê dozê birêve dibin dipirsim, di destê we de delîlên rast ên Riza Sarraf sûcdar dikin hene yan na? Ku hebin kê ev delîl dane we?"
ji bo Xebatên Komîsyona OHALê jî wiha got: "Serokê Lijneyê di daxuyaniya xwe de got ewê di dawiya vê mehê da biryarên ewil bidin. Îhtimalek wê di dawiya meha mijdarê, serê meha çileya pêşîn biryarên ewil bên dayîn."
Der barê kesên ku guh nedane qedexeya fîlma cam û ceza hildane de jî got: "Ji bo van cezayan efû tune."