ANKARA
"Tiştekî wisa qet tuneye, em her tiştî dikemilînin û piştî wê jî li merciyên rayedar wek rayedar em biryarê didin."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan der heqê îdiayên ku dibêjin ji bo diyarkirina namzedê serokomariyê de ew û Serokomar Abdullah Gul ji hev cuda difikirin got: "Tiştekî wisa qet tuneye, em her tiştî dikemilînin û piştî wê jî li merciyên rayedar wek rayedar em biryarê didin. Ev mijar niha di navbera me de mijareke ne îdarî ye û ji bo vê jî divê partî biryara xwe bide. Lê ji aliyekî de jî em merivên ku bi salan e bi heman armancê ji bo pêşveçûna welatê xwe dixebitin û vê biryarê jî em ê bi hev du re bisitewînin û li gor wê jî biryarê bidin."
Serokwezîr Erdogan nimêja înê li Mizgefta Eqsayê ya Sûbayevlerê ku mala wî jî li wê derê ye kir. Piştî nimêjê Erdogan dema ku ji mizgeftê derket rojnamevanan der heqê namzedê serokomariyê, pergala hilbijartinê û mijarên rojevê de pirs jê kirin.
Erdogan der heqê diyarkirina namzedê serokomariyê de got:
"(Ji bo xebatên diyarkirina namzedên Serokomariyê) "Şêwrên me didomin. Îro civîna me ya Lijneya Birêvebirin û Biryara Navendê heye. Em ê li wê derê jî nirxandinên xwe bidomînin. Tevlî van hemû nirxandinan xebatên di binyata me de bi dawî bûn. Em jî ji bilî vê jî lêkolîneke raya giştî ya li hemû Tirkiyeyê dikin. Encamên van xebatan jî dê bigihêjin ber destê me. Piştî ku ew encam gihîştin destê me, partiya me jî bi îzna Xwedê dê namzedê xwe diyar bike."
- Xebatên li ser pergala hilbijartinê
Rojnamegerekî îdiayên ku dibêjin pergala herêma tengavkirî ji aliyê Dadgeha Destûra bingehîn ve dê bê betalkirin bi bîr xist û ji Serokwezîr Erdogan pirsî "Gelo di vê mijarê de we biryar da yan na?"
Serokwezîr jî ji rojnameger re got: "Bi rastî ew tiştên ku ez pê nizanim hûn dizanin. Ev ji bo min jî pirsgirêk e. Em li ser hemû pergalên hilbijartinê lêkolînê dikin. Di vê mijarê de ya herî îdeal kîjan e, em jî ji bo wê xebatên xwe dikin. Gelo dê pergala niha be, pergala herêma tengavkirî be, di pergala herêma tengavkirî de bendê ji sedî 5 be, yan dê bend sifir be, qet tunebe, em li ser van hemû pergalan xebitîn, dixebitin û em ê bixebitin jî. Heta ku meclis bê girtin em ê bixebitin. Niha salek heye, heta wê demê qedî qedî, heke ne qede em ê li ser vê pergala niha dewam bikin. Niha xebatên me didomin. Em mecbûr in ku di demeke kurt ji bo vê mijarê biryara xwe bidin."
- "Qetilkirina Zarokan"
Rojnamegerekî jî gotina Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû ku ji ber bûyerên dawîn yên qetilkirina zarokan gotibû dibe ku "dardekirin bikeve rewacê" bi bîr xist û pirsî "Gelo xebateke hikûmetê ya ji bo vê heye yan na?"
Serokwezîr ji bo vê pirsê wiha bersiv da: "Niha xebateke me heye, em, Dadgeha Bilind û Wezareta Dadê bi hev du re li ser vê dixebitin. Bûyerên wiha bi rastî bûyerên dardekirinê û ji ber vê jî heke dardekirin tunebe jî min xwest ku cezayên wek dardekirinê ji bo van biryaran bên dayîn. Heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de mayînê bigrin heta gelek cezayên din dibe ji bo van kirinan bên dayîn. Li hemberî kuştinên wiha bêdeng mayîn û tu tişt nekirin ne mimkun e. Weke ku hûn jî zanin li welatê me dardekirin tuneye. Lê ev tunebe jî divê cezayên pir giran ji bo van kiryaran bên dayîn."
- "Hin tespîtên eşkere hene"
Serokwezîr Erdogan der heqê guhdarkirina dereqanûnî ya ku li Wezareta Karên Derve hatibû kirin got:
"Eleqedarê vê kirinê li meydanê ye ku rêxistina paralel e. Li holê ye ku ev kar ji aliyê rêxistina paralel ve hatiye kirin. Di rojeva me de niha 'Di nav rêxistina paralel de yên ku ev kar kirine kî ne?' heye. Ev li Serokwezîriyê jî heman e, teqez rêxistina paralel e. Ev bêguman wiha ye lê niha kiryarên vî karî kî ne divê bi awayekî hiqûqî bên eşkerekirin. Kesên li Serokwezîriyê pir hindik diyar bûne. Lê der heqê kesên li Wezareta Karên Derve de hin tespît niha hatine kirin û xebatên li ser vê yekê dewam dikin."