Arinç li Bursayê beşdarî civîna "Meclisa Şêwirmendiya Bajêr ya Ak Partiyê" ya ku li Navenda Kongre û Çandê ya Merînos Atatirkê hat lidarxistin bû der barê hilbijartinên Serokomariyê de axivî.
Arinç got: "Hilbijêrên MHPê herî hindik ji sisêyan yekê wan, li cihekî binivîsin, di hilbijartinên Serokomariyê de dê reya xwe bidin namzedê me. Hûn hîç nekevin fikarê. Hilbijêrên CHPê jî ez nikarim bibêjim ku dê ji sisêyan yekê wan, lê herî hindik ji sedî 20ê wan dê reya xwe bidin namzedê me."
Arinç pesnê Serokwezîr Erdogan da û wiha pê de çû: "Serokwezîrê me 12 sal e her tim serkeftî ye. Dema ku behsa namzediya serokomariyê dibe, em ji sedî sed dizanin û bi bawer in ku namzedê me Recep Tayyîp Erdogan e. Înşallah hindik kes ji vê fikrê cudatir difikire. Dibe ku li gor wan hincetên wan hene. Lêbelê em dixwazin kesekî ku piştî 12 salan ev peywir ji sedî sed heq kiribe, serkeftî bûbe li Tirkiyeyê cara ewil bi reyên gel ve bibe Serokomar."