Erdogan şêwirmendê xwe yê bi navê Alî Îhsan Arslanê ku qezaya trafîqê kir, li Nexweşxaneya Zanîngeha Medîpolê ya li Bagcilarê ya ku lê tedawî dibe ziyaret kir û piştî ku ji nexweşxaneyê derket bi welatiyên ku li bendê bûn re axivî.
Serokwezîr Erdogan li ser pirsa rojnamegeran ya der barê hilbijartinên Serokomariyê de got: "Niha pêvajo berdewam e. Pêvajoya îstîşareyên me dewam dikin. Lêkolînên me yên li ser gelê me û raya giştî berdewam in. Piştî van hemû lêkolînan, em ê biryara xwe bidin. Aniha dîrokeke me ya teqez tuneye."