23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş li Koşka Çankayayê Arîkarê Serokê Giştî yê TRTyê Erkan Durdu, Seroka Komelaya Rojnamevan, Televîzyon û Radyoyê Deniz Guçer û kesên bi wan re qebûl kir.
Kurtulmuş di hevdîtinê de axivî û got ku ya esas ew e ku çapemenî hem bi azadane hem jî bi prensîb tevbigere. Kurtulmuş qal kir li bendê ne ku saziyên çapemeniyê li gor prensîbên weşanê yên giştî tevbigerin û wiha axivî:
"Em dixwazin ku weşangeriyeke objektîf, bêalî, li Tirkiyeyê girîngiya xwe dide nirxên civakî, hember nirxên civakî rêzê digire bê kirin, em vê teşwîq dikin.
Di vê çarçoveyê de li welatekî hêza çapemeniyê bi azadane tevgerîna wê, qalîteya weşanên wê, gihaştina civakî di rastiya xwe de yek ji standartên demokrasiyê ya wî welatî ye. Di vî warî de ji ber ku mijara min e em ê her dem bi we re wek Arîkarê Serokwezîr di nav hevkariyê de bixebitin.
Em ji bo ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên çapemeniyê bên kêmkirin, ev pirsgirêk ji holê bên rakirin em ê bi hev re bixebitin. Em ê di xebatên we yên biprensîb ên di vê mijarê de her dem piştgiriyê bidin we, arîkariya we bikin. Înşeallah di vê çarçoveyê de dê demokrasiya çapemeniya Tirkiyeyê pêş bikeve, bêtir pêş bikeve û hêzdartir be. Ez dibêjim ku ji bo vê yekê ez ê di her cure xebatê de ligel we hevkariyê bikim."
Ji Kurtulmuş pirsîn ka tu rêzefîlmeke ku dişopîne heye an na, li ser vê yekê Kurtulmuş got hewl dide ku rêzefîlma "Dîrîlîş: Ertugrul" a ku di TRTyê de tê weşandin bişopîne.