Mümin Altaş
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2025
Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettîn Duran ragihand ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê 11-12ê Berfanbarê Tirkmenistanê ziyaret bike.
Duran li ser hesabê xwe yê NSosyalê daxuyanî da û diyar kir, Erdogan wê di çarçoveya ziyaretê da beşdarî salvegera 30emîn a statuya bêalîbûnê ya daîmî ya Tirkmenistanê û Foruma Aştî û Pêbaweriyê ya Navneteweyî bibe ku bi biryara Lijneya Giştî ya NYê sala 2025an wekî "Sala Aştî û Pêbaweriyê ya Navneteweyî" hat îlankirin û ev forum jî bi minasebeta vê biryarê tê lidarxistin.
Duran destnîşan kir ku Erdogan wê xîtabî Forumê bike û Tirmenistana xwediyê malê di serî da tê payîn ku Erdogan bi serokê dewlet û hikûmetên welatên ku dê beşdarî Forumê bibin ra jî hevdîtinê bike.