Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik: "Xwefesixkirin û çekdanîna rêxistina terorê divê bi maneya tam pêk were"
"Cihê hizra me di serî da Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror e. Lewma jî hestûyê piştê yê vê yekê pêkhatina bi gotina tam a xwefesixkirin û çekdanîna rêxistina terorê ye"
Ankara
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik wiha got, "Cihê hizra me di serî da Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror e. Lewma jî hestûyê piştê yê vê yekê pêkhatina bi gotina tam a xwefesixkirin û çekdanîna rêxistina terorê ye."
Çelik li navenda giştî ya partiyê der heqê Civîna Lijneya Birêvabirina Navendî (MYK) da ya ku bi serokatiya Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan kom bû, daxuyanî dan.
Çelik diyar kir, HSDya ku Peymana 10ê Adarê îmze kir, xwe nade ber cîbicîkirina wê û ev jî nîşaneya niyeteke din e û wiha dewam kir:
"Çekdanîn û bidawîkirina hebûna xwe ya rêxistina terorê dê ji bo birayên me yên li Sûriyeyê jî pir bi qîmet be. Nîşandana hebûna rêxistinê wekî destkefteke Kurdan, neheqiya herî mezin a ji bo birayên me yên li Sûriyeyê ye. Îro yên ku xirabiya Sûriyeyê dixwazin, dixwazin ku li Lazqiyeyê dewletokekek cuda, li herêma Durziyan dewletokeke cuda, li rojhilatê bakur dewletokeke cuda ava bibe. Enstrumana vê, li herêma Lazqiyeyê fealiyetên hin bermayiyên Esad in ku bi tu awayî birayên me yên Şîe û Elewî temsîl nakin. Li başûr kirinên lîderê Durzî yê nijadperest û Siyonîst e ku birayên me yên Durzî temsîl nake. Bi heman awayî jî dixwazin bi rêya fealiyetên HSDyê vê yekê bikin. Ev yek hem ji bo roja niha û hem jî ji bo dahatûya Sûriyeyê zirar e."
Çelik bal kişand ku divê tu kes ajandayên xwe yên siyasî yên marjînal û hesabên xwe yên din tevlî vî karî neke û wiha domand, "Wekî ez timî dibêjim, divê em cihê hizra xwe ji dest nedin. Cihê hizra me di serî da Tirkiyeya Bêteror û herêma bêteror e. Lewma jî hestûyê piştê yê vê yekê pêkhatina bi gotina tam a xwefesixkirin û çekdanîna rêxistina terorê ye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
