ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe bangî welatiyan kir. Erdogan di axaftina xwe de wiha got: "Hûn xwedî li têkoşîna îstiqlala Tirkiyeyê derketin, sipasiya we dikim. Hûn xwedî li îdeal û armancên Tirkiyeya mezin derketin, ji we hemûyan re yek bi yek sipas dikim. Hûn di serî de li îradeya xwe û li serokwezîr û partiya xwe xwedî derketin.Ez sipasiya we dikim."
Serokwezîr Erdogan bi hevjina xwe Emîne Erdogan, kurê xwe Bîlal Erdogan û keça xwe Sumeyye Erdogan ve derket li ser kursiyê û silav da welatiyan.
Erdogan di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ez silavê didim 81 bajarî, 77 milyon welatiyên Komara Tirkiyeyê û careke din bi hezkirin we hembêz dikim." Erdogan axaftina xwe wiha domand: "Hûn xwedî li têkoşîna îstiqlala Tirkiyeyê derketin, sipasiya we dikim. Hûn xwedî li îdeal û armancên Tirkiyeya mezin derketin, ji we hemûyan re yek bi yek sipas dikim. Hûn di serî de li îradeya xwe û li serokwezîr û partiya xwe xwedî derketin.Ez sipasiya we dikim. Îro 30ê adarê ye. Çi gotin? 'Digotin dê di 25ê adarê de kaos derkeve.Rast e, me ev kaos dît. Ev kaos çi bû? Mixabin êrîşî ewlehiya neteweyî ya vî welatî kirin. Derfetek çêbû ku ev welat wan bêbextên ku Wezîrê Karên Derve yê vî welatî jî guhdarkirin nas bike. Plana wan a kaosê ev bû. Ez bi mehan e çi dibêjim, em dê bikevin li şikeftên wan."
Serokwezîr Erdogan got ku ew dê vê axê teslîmê Pensîlvanyayê nekin û wiha axivî: "Em vê axa ku bi xwîna cangoriyan hatiye avdan radestî Pensîlvanyayê û bêbextên alîgêrê wî nakin. Kesên ku niha revîn ji xwe revîn, dibe ku sibê jî hin kes birevin. Der barê hinan de ez gilîdar bûm. Min got 'dibe ku ev birevin.' Min got ji niha pê ve çi ji destê me bê em ê bikin. Dê hesabên vê yekê bidin."
Erdogan ji bo encamên hilbijartinê got ku ji kesên qezenckî bêdetir kesên têkçûyî eşkere bûn û axaftina xwe wiha domand: "Encamên sindoqê ji kesên qezenckirî bêtir kesên ku têk çûn nîşan didin. Îro siyaseta bêexlaq, siyaseta kasêtan, siyaseta montajê, siyaseta êxtî û qirêj, siyaseta nelirê, siyaseta bêplan, proje û bêarmanc têk çûye."
Serokwezîr Erdogan bal kişand ser encamên sandoqê û wiha got: "Gelê me yê ezîz îro di sandoqê de peyameke girîng da. Gelê me li hemberî yên ku ji derveyê siyasetê dixwazin îstîqameta Tirkiyê diyar bikin helwesta xwe, nerazîbûna xwe nîşan da. Îro statukoyê derbeyeke mezin xwar. Têkiliyên qirêj, îttifaqên bidizîka îro têk çûn. Her cûreyên wesayetê, her cûreyên rêxistinên wesayetê jî îro têk çûn û gel şîmaqek li wan xist."