KONYA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû li Lîseya Îmam Xetîba Qîzan a Şukru Doru ya Konyayê raya xwe avêt û der heqê îdiaya girtina parêzvanan de got: "Di ekîba me ya parêzvanan de girtin û binçavkirin tuneye. Di hin nûçeyên ku îro hatin belavkirin de îdiayeke wisa heye, lê tiştekî wisa tuneye."
Davûtoglû ji bo rayavêtinê hat Lîseya Îmam Xetîba Qîzan a Şukru Doru ya Konyayê û xwest ku hilbijartina herêmî ji bo Meram û Konyayê bi xêr be.
Li vê derê ji Davutoglû hat pirsîn:
"Ji ber ku Civîna we ya Ewlehiyê hat guhdarkirin tê gotin ku ji ekîba parêzvanan hin kes hatine binçavkirin û îfade didin, gelo der heqê vê yekê de hûn çi difikirin?"
Davûtoglû diyar kir ku digel daxuyaniyên wî nûçeyên wiha hê jî tên belavkirin û wiha dewam kir: "Di ekîba me ya parêzvanan de girtin û binçavkirin tuneye. Di hin nûçeyên ku îro hatin belavkirin de îdiayeke wisa heye, lê tişteke wisa tuneye. Ez ji raya giştî bi taybetî dixwazim ku li hemberî gotinên wiha hay ji xwe hebin û ji van nûçeyan bawer nekin. Ev nûçe bi zanayî ji bo hin armancan tên belavkirin û ji ber vê jî heta ku me daxuyanî neda ji van nûçeya bawer nekin."