Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) ziyaret kir û bi Serok Yekta Saraç re havdîtin kir. Erdogan piştî hevdîtinê xîtabî rektorên zanîngehan kir.
Erdogan destnîşan kir, ew cara ewil e ku YOKê ziyaret dike û ji ber vê çendê jî ew bi kelecan e.
"Bi gotinan çek nayên danîn"
Erdogan der heqê pêvajoya çareseriyê de wiha axivî: "Heke rêxistina terorê çekê dayne, li welatê me demokrasî, hiqûq û aramî wê çêbibe. Ev jî qonaxeke girîng e. Ev bi gotinan ve nabe. Ez hêvî dikim ku ev geşedanên dawiyê wek gotin nemînin û werin kirin. Dewletê bi hikûmet û hemû saziyên xwe ve tişta ku ket ser milan kir û dike."
Serokomar Erdogan got ku hêviyan wan ji zanîngehan heye û divê her zanîngehek qet nebe di qadekê de bikeve nav zanîngehên dinyayê.
Erdogan qala balafirgehan jî kir û got ku ji bo balafirgehan veberhênan tên kirin. Erdogan got ku çêkirina înşaeta balafirgeha Hekariyê ji ber terorê salekê dan sekinandin.
Erdogan got ku her çend teror hebe jî ev balafirgeh wê were çêkirin û wiha dewam kir:
"Lewra em bawer dikin ku welatiyên me yên kurd jî birayên me yên kurd jî layîqê vê ne. Lê kesên îdia dikin û dibêjin em kurdan hez dikin, mixabin nahêlin veberhênên bi vî rengî werin kirin. Ev çawa hezjêkirin e? Hûn ê aliyekî ve bibêjin em nûnerên kurdan in, aliyekî din ve jî hûnê xizmetên ku ji bo kurdan tên çêkirin, balafirgeha ku ji bo kurdan tê çêkirin, hûn ê asteng bikin. Semîmiyeta van li vê derê derdikeve holê. Hûnê rê çêkin, ew ê werin makîneyên ku rê çêdikin bişewitînin. Ji aliyê din ve karsaz ji bo ku fabirqeyê çêke, xîm datîne; tên wan derana bombebaran dikin. Li wan deran bêkarî dertê. Ev çawa hezjêkirin e? Nakokiyeke wiha heye. Lê ev ê kuta bibin. Ez wisa bawer dikim. Ev wiha dewam nake. Tenê lazim e em cesûr û biryardar bin. Ev welat yê me ye, 77 milyon, 78 milyon mirov yê me ne. Em tu cudakariyê nekin. Bi îzna Xwedê em vî karî hel bikin."
Erdogan got ku divê zanîngeh vê pêvajoyê bişopînin û wiha dewam kir: "Çendek berê bûyereke mirinê li Îzmirê derket. Beriya wê û piştî wê bûyerê jî li gelek deran rageşî derketin. Divê zanîngeh hesas bibin."
Erdogan got ku divê zanîngeh destûrê nedin ku li dijî pêvajoya çareseriyê bûyer derkevin, xwendekar zext û zoriyê li hev bikin û şidet derkevin. Erdogan wiha got: "Muhafazakirina demokrasî û azadiyê cuda ye, tevdîrhildana ji bo paşeroja millet, beqaya welêt cuda ye. Divê mirov vê ferqê ji hev veqetîne û zanîngeh nebin cihê komên ku li gor dilê xwe çalakiyan bikin."