Nihat Kavşut
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2017
ANKARA
Prof. Dr. Saraçê Serokê YOKê: "Di heyama perwerdeyê ya 2018-2019an da navê nû yê ezmûna perwerdeya bilind Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind e."
Prof. Dr. Saraçê Serokê YOKê: "Di Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind da du rûniştinên cuda hene. Di rûniştina ewil da testa qabiliyetê ya bingehîn heye. Di vê testê da armanc ew e bê pîvandin namzed di warê muhakeme, fikirîn, qabiliyeta mantiqî ya bêjeyî û jimarî da di kîjan astê da ne, di warê xwendin, fehmkirin, emilandin û zimanzaniyê da fehmkirina wan ya tirkî çawa ye û ji têkiliyên matematîkî çiqasî dikarin îstifade bikin." Di rûniştina duyem a piştî nîvro jî namzet wek isûla salên berê li gor agahiyên mufredata lîseyê wê mesûl bibin. Ezmûna Saziyên Perwerdeya Bilind ji bilî ezmûna ziman di nav meha hezîranê de rojeke şemiyê wê çêbibe û du rûniştinên ezmûnê wê hebin. Ezmûna zimanê biyanî jî heman hefteyê roja yekşemê wê bi rûniştinekê bê çêkirin."
Saraç : "Testa Kafîtiyê ya Bingehîn (TYT) a ji pirsên matematîk û tirkî ya bingehîn pêk tê wek salên borî di vê ezmûnê da jî wê li gor mufredata hevpar a Wezareta me ya Perwerdehiya Neteweyî be. Hemû namzed mecbûr in ku di vê celseya ewil da cih bigirin. Piştî celseya ewil wê nîvrojê navber bê dayîn. Testa Kafîtiyê ya Bingehîn a ku ji 40 pirsên tirkî û 40 pirsên matematîkê pêk tê roja şemiyê serê sibê wê bê kirin. Encama vê testê wê puanê namzedan ê Testa Kafîtiyê ya Bingehîn kifş bike. Testa Kafîtiyê ya Bingehîn ji bo tercihkirina bernameyên pêşlîsans û lîsansê wê tesîrê li ser puanê bendê ya perwerdeya bilind bike. Îsal ji bo ku bernameyên pêşlîsans û lîsansê bikaribin bên tercihkirin, puanên bendê wê neyên guherandin."