İbrahim Atmaca
01 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
ANKARA
Ji dekanên berê yên Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Zanistên Siyasalê Prof. Dr. Cevat Gerayê 87 salî nav hefteyê ji mala kal û pîran radibe û diçe zanîngehê da ku dersê bide. Geray dibêje ku ew heta bi xwe bawer be ku ji xwendekaran ra feyda wî wê çêbibe, ew ê bikeve dersê û ji kalên wek xwe ra jî pêşniyaz dike ku têkiliya xwe ji dinyayê qut nekin.
Pisporê bajarvaniyê, akademîsyen û nivîskar Prof. Dr. Geray di salên 1977-1982yan da li Zanîngeha Enqereyê di Fakulteya Zanistên Siyasalê da dekantî kiriye. Wê demê bûyerên xwendekaran pir bûne û Geray ji bo ku xwendekaran li hev bîne xebitiye û kirinên wî bûye mijara pirtûka bi navê "Dekanê Efsane".
Gerayê 87 salî vê gavê li mala kal û pîran dijî û li wê derê rojnameyan dixwîne, bi hevalên xwe ra sohbetê dike û li ser pirtûka xwe ya ku tê da nivîsên wî yên zanistî hene dixebite. Geray di nava hefteyê çend rojan jî li Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Zanistên Siyasalê dikeve dersên lîsans, master û doxtorayê.