Perwerdehî

Ji xwendekarên Sêrtê kovara "Teneffusê"

Xwendekarên Dibistana Navîn a Hayrettîn Şîmanê Polêsê Şehîd bi alîkariya mamoste û rêvebirên xwendingehê va kovara bi navê "Teneffusê" derxistin

Haydar Şahin  | 16.05.2019 - Rojanekırın : 22.05.2019
Ji xwendekarên Sêrtê kovara "Teneffusê"

Siirt

Xwendekarên Dibistana Navîn a Hayrettîn Şîmanê Polêsê Şehîd bi alîkariya mamoste û rêvebirên xwendingehê va kovara bi navê "Teneffusê" derxistin.

Di kovara 60 rûpelî da hevpeyvînên xwendekaran bi Walî Alî Fuat Atîk, Midûrê Perwerdeya Neteweyî Îsa Guneş ra kirine, serkeftinên xwendingehê û helbestên xwendekaran hatin weşandin.

Abbas Balciyê midûrê xwendingehê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li ser daxwaza xwendekaran xebateke wiha kirin.

Balci destnîşan kir ku di encama xebateke dirêj da kovar amade kirin û wiha pê da çû: "Ji bo ku xwendekarên me di jiyana civakî da bi hêsanî cî bigrin me girîngî da vê xebatê.Xwendekarên me bi Walî Alî Fuat Atîk, Midûrê Perwerdeya Neteweyî Îsa Guneş û Serhekîmê Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê Sedat Yeşîlbaş û mezinên bajêr ra hevpeyvîn kirin. Ji bo baweriya zarokan bi wan were ev zehf girîng e. Armanca me ew e ku zorak jiberkirinê zêdetir bi dîtin û kirinê hîn bibin."

Balci di kovarê da ji kesên keda wan tev bûn ra sipas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın