Perwerdehî

Heyamên betlaneyên dibistanan hatin nûkirin

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk destnîşan kir ku plan dikin betlaneya havînê ya 13 hefte ye du hefteyên wê di mehên nîsan û mijdarê da wek betlaneyên navber eşkere bikin

Nihat Kavşut  | 15.05.2019 - Rojanekırın : 16.05.2019
Heyamên betlaneyên dibistanan hatin nûkirin

Ankara

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk destnîşan kir ku plan dikin betlaneya havînê ya 13 hefte ye du hefteyên wê di mehên nîsan û mijdarê da wek betlaneyên navber eşkere bikin.

Selçuk li Salona Sermamoste ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî "Modela Bernameya Xebatê ya Perwerdeya Nû" eşkere kir.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir ku plan dikin betlaneya havînê ya 13 hefte ye du hefteyên wê di mehên nîsan û mijdarê da wek betlaneyên navber eşkere bikin û wiha axivî: "Betlaneya navberê ya ewil di 18-22yê Mijdara 2019an da û betlaneya navberê ya duyemîn jî wê di 6-10ê Nîsan 2020an da bê dayîn."

Selçuk diyar kir di betlaneyên navberê da wê derfetê bidin zarok û mamosteyan ku bêhna xwe bidin û tevlî bernameyan bibin û wiha got: "Di betlaneyên navberê da li ser mijarekê wê xebatên zanistî, çandî, hunerî, werziş, ger û fuarê bên kirin."

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk destnîşan kir betlaneya navberê ya di 20-31ê Rêbendana 2020an da ji bona xwendekar û mamosteyan e Û wiha peyivî: "Lê di betlaneyên 18-22yê Mijdara 2019an û 6-10ê Nîsan 2020an da ji ber ku xwendekar li dibistanê nînin wê mamoste wezîfeya xwe bidomînin."

Wek mayîn hat diyarkirin li gorî bernameya xebatê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî heyama perwerdeyê ya 2019-2020an hefteyekê hildin pêş û di 9ê Îlona 2019an da bidin destpêkirin.

Hat diyarkirin li gorî bernameya xebatê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî heyama perwerdeyê ya 2019-2020an wê di 19ê Hezîrana 2020an da biqede û betlaneya havînê ya ji 11 hefteyan pêk tê dest pê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.