Nihat Kavşut
07 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk: "Di pêvajoya pêş da em ê bi demê ra sepandina teşwîqa bo perwerdeya taybet kêm bikin û bi temamî rakin."
Selçuk li Komîsyona Plan û Butçeyê ya Meclisê der barê budçeya Wezareta Perwerdeya Neteweyî da pêşkêşî kir.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê teşwîqên bo perwerdeya taybet da destnîşan kir di pêvajoya pêş da wê bi demê ra sepandina teşwîqa bo perwerdeya taybet kêm bikin û bi temamî rakin û wiha axivî: "Ewê pêwistiyên zarokên ku dest bi pêşdibistanê bikin û rewşa malbata wan nebaşe bê helkirin. Di çarçoveya belavbûna xizmetên ji bo perwerdehiya pêşdibistanê û zarokan jî wê navend û atolye bên vekirin û otobusên gerok têkevin dewreyê."