Perwerdehî

"Di modêla perwerdeya nû ya lîseyan da ezmûna ewil wê di 2024an da bê kirin"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê modêla perwerdeya nû ya lîseyan da got ku ezmûna ewil ya vê pergalê wê di 2024an da bê kirin

Nihat Kavşut  | 18.05.2019 - Rojanekırın : 20.05.2019
"Di modêla perwerdeya nû ya lîseyan da ezmûna ewil wê di 2024an da bê kirin"

Istanbul

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji bona di Îlona 2020an da ji pola 9an dest pê bike modêla perwerdeyê ya nû amade kir.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê modêla perwerdeyê ya nû da wiha got: "Xebateke berfireh e. Me ji mamoste, zarok û ciwanan pirs kir. Ev meseleyeke wisa ye ku di 2030-2040 û di 2053yan da pêwîstiya Tirkiyeyê bi çi heye wê nîşan dide."

Selçuk diyar kir projeyên perwerdeyê tenê tabloyeke dersan nîne û wiha axivî: "Ev projeya pêşeroja Tirkiyeyê, projeya aboriyê û projeya heyata civakî ye. Ev projeya perwerdeyê ye ku Tirkiye li ser vê axê, dinyayê û erdnîgariyê bi rûmeta xwe li ser lingan bisekine."

Ziya Selçuk der barê vîzyona perwerdeyê ya 2023yan da wiha got: "Wextê em qala projeyên perwerdeyê dikin nirxandina profîlên dibistanan, atolyeyên qabiliyetê, e-portfolyo, e-rêberî, projeyên curbecur û gelek projeyên di warê perwerdeya meslekî da di nav vê vîzyonê da ne. Ev hemû jî bi hev ra eleqedar in û hev temam dikin. Ev yeka zehf girîng e."

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê modêla perwerdeya nû ya lîseyan da got ku ezmûna ewil ya vê pergalê wê di 2024an da bê kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdeya Neteweyî bi modêla perwerdeyê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî hejmara dersan hat kêmkirin û di pola 9an da 8, di pola 10an da 9, di pola 11an da 9 û di pola 12an da 7 ders hene.

Hat diyarkirin bi modêla perwerdeyê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî dersên akademîk di bin navê Bernameya Pêşvabirina Akademîk da hatine komkirin û ev ders di Lîseyên Anadoluyê pola 9-11an da 35 ders û di pola 12an da wekî 24 ders hatine plankirin.

Hat destnîşankirin bi modêla perwerdeyê ya nû ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî di 3 salên ewil yên lîseyê da dema dibistanê ya heftane ji bona Bernameya Pêşvabirina Akademîk 35 saet û ji bona xebatên Jiyan-Çalakî-Xeyalê jî 5 bi tevahî wekî 40 saet hatiye plankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.