Perwerdehî

"Ne mumkun e ku xwendekarek bêyî dersa bîrkariyê derbasî pola jordetir bibe"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk got: "Ne mumkun e ku xwendekarek bêyî dersa bîrkariyê derbasî pola jordetir bibe. Hewqasî safî ye"

Ahmet Aydın  | 21.05.2019 - Rojanekırın : 21.05.2019
"Ne mumkun e ku xwendekarek bêyî dersa bîrkariyê derbasî pola jordetir bibe"

Ankara

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk destnîşan kir ku xeberên weke dê dersa bîrkariyê ji perwerdeya navendî rabe rast nînin û got, "Ne mumkun e ku xwendekarek bêyî dersa bîrkariyê derbasî pola jordetir bibe. Hewqasî safî ye."

Wezîr Selçuk li ser hesabê Twitterê derbarê modêla nû ya perwerdeyê ya di lîseyan de ku li Stenbolê danasîna wê kiribû parvekirinek kir.

Selçuk destnîşan kir ku xeberên weke dê dersa bîrkariyê ji perwerdeya navendî rabe rast nînin û got, "Ne mumkun e ku xwendekarek bêyî dersa bîrkariyê derbasî pola jordetir bibe. Hewqasî safî ye. Tevî vê yên ku berevajiya wê îdia bikin, ne lazim e behsa sedemên wê bê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.