Fatih Gazioğlu
02 Mijdar 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
MUŞ
Mamosteyên jin yên ku li gundê Saridavuta Malazgîrta navçeya Mûşê wezîfedar in ji bo ku "xwendekarên wan necemidin" daran hûr dikin û sobeyê hildikin.
Ji mamosteya Ummuhanı Kurtaranê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê di serî da li gund gelek zorî û zehmetî kişandine lê niha hinî bûye.

Kurtaranê got ku serê sibê ewil ew bi paqijiyê dest bi kar dikin û wiha axivî: "Paşê em darên xwe hûr dikin û sobeya xwe ve hildikin. Min beriya vê tu carî sobe nehilkir bû. Li gund mecbûr hemû karê xwe hûn bi xwe dikin. Ez ji mamostetiyê pir hez dikim. Wekî zarok dikenin hemû zehmetiya ku em dikişînin em ji bîr dikin. Li van deran zêdetir qiymet û hûrmetê nîşanî mamosteyan didin."

- "Em karê xwe bikêfxeşî dikin"
Wekîla Midûrê Mektebê Tugçe Akpinarliyê jî got ku ew par dest bi mamostetiyê kiriye û demekê kin da hinî mekteba xwe bûye. Akpinarliyê diyar kir ku wan mekteb bi saya mamosteyên din boyax kirine û wiha dewam kir:

"Camên me hatibûn şikandin. Me ewil ew dan çêkirin. Hin melzemeyên me kêm bûn. Ew jî me ji Perwerdeya Neteweyî anîn û hemû kêmasî mektebê me temam kirin. Îsal berf zû barî. Ji ber vê me sobeyên xwe deynan. Li mektebê tu hademe tune ne. Ji ber em bi xwe darên xwe bar dikin, daran hûr dikin û amadehiyên xwe dikin. Caran gelekî zehmet dibe lê em bi xizmetê em kêfxweş in. Çimkî armanca me perwerdeya zarokan e. Bila ew necemid in, bila em bi west in. Em karê xwe bikêfxeşî dikin."