Ahmet Furkan Mercan
08 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2021
Suga Yoşihideyê Serokwezîrê Japonyayê diyar kir, ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li paytext Tokyoyê heta dawiya tebaxê rewşa derasayî (OHAL) wê were îlankirin.
Serokwezîr Suga civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku di çarçoveya têkoşîna Kovîd-19ê da heta 22yê tebaxê OHAL wê were sepandin.
Suga daxuyand, wan biryar li ser pêşniyaza Heyeta Şêwirdar a Kovîd-19ê ya girêdayî hikûmetê da, armanc ew e ku li herêmên OHALê jimara pêketiyan kêm bibe.
Olîmpiyatên Tokyoyê wê di navbera 23yê tîrmehê û 8ê tebaxê da were lidarxistin û ji ber ku rastî vê OHALê tê, bndorê li ser çêbibe.
Bi vê biryarê va ji serê 2020î vir va li Tokyoyê cara 4em e ku OHAL tê îlankirin.
Di çarçoveya OHALê da di restoran û baran da firotina alkolê wê were qedexekirin, ev dezgeh wê heta saet 20.00an vekirî bimînin.