Zivistan li Erzirom, Erdexan, Qers û Tunceliyê dijwar e
Erzurum
Li Erzirom, Erdexan û Qersê berf dibare, li Tunceliyê jî hewa sar e.
Li Erziromê berfa şevê û sibehê barî rê, park û baxçe û heta wesayît jî nixumandin.
Karmendên dema ku serê sibehê diçûn ser kar, berfa li ser otomobîlên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê li kolan û rêyan xebata paqijkirina berfê kirin.
- Erdexan
Berfa ku bandor li Erdexanê kir, her der ji berfê sipî bû.
Ekîbên şaredariyê li kolan û rêyan xebata paqijkirina berfê kirin.
Li deverên bilind, berf li hin deveran vediguhere bagerê.
- Tuncelî
Hewaya sar bandorê li Tunceliyê jî dike, bandorek neyînî li ser jiyana rojane dike.
Li bajêr rê qeşa girtine û çeman cemed girt.
Li navçeya Çemişgezekê, hezkiriyên xwezayê ji bo ajalên kovî yên ku ji ber berfê nikarin xwarinê bibînin, xwarin danîn çolê.
- Qers
Berfa îro sibehê li Qersê barî bandorek neyînî li ser jiyana rojane kir.
Ekîbên rêyên bejahî û şaredariyê li deverên berpirsiyariya xwe dest bi xebatên paqijkirina berfê kirine.
Li navçeya Sariqamîşê jî berfê her der sipî kir.
Welatiyan berfa ku li ber mal û kargehên wan kom bûbû paqij kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
