Elif Orhan
25 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
MUŞ
Li Mûşê cêwrikên ku di avahiyeke terikandî de hindik mabû ku biqefilin hildan bin kontrolê û hatin dermankirin.
Sermaya zêde ya ku li tevahiya bajêr dewam dike tesîreke neyînî li ser jiyanê dike.
Ji niştecihên bajêr Yusuf Yilmaz dît ku li avahiya vala ya Taxa Sunayê 5 cêwrik ji ber sermaya zêde dicemidin. Yilmaz heywan xistin qutiyekê û hinekî bi wan re eleqedar bû û xeber da Navenda Rehabîlîtasyon û Mala Xwedîkirinê ya Berwext a Heywanên Kûçelanî ya Şaredariya Mûşê.
Ekîban cêwrik birin navendê û ew derman kirin.
Yilmaz di daxuyaniya xwe de got dît ku ji ber hewaya sar cêwrik dicemidin û ew xistin nav qartonê û xeber da ekîban.
Ji peywirdarên navendê Yavuz Demîr jî diyar kir ku li ser agahiya cêwrik hindik mane ku biqefilin dest bi hereketê kirin û got ku "Me cêwrik anîn navenda xwe. Beytarê me ew derman kirin rewşa wan niha baş e."