Hilmi Tunahan Karakaya
24 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2021
ERZURUM (AA) - Hat ragihandin tê texmînkirin li Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf dê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be û her wiha bi demê ra dê pir ewrayî be. Ji nîvê şevê şûnda jî li milê bakurê herêmê şilope û berf dê bibare.
Tê texmînkirin, li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev pileya germê li Agiriyê 1, li Erzinganê 3, li Îdir û Tunceliyê 4, di bin sifirê da li Erziromê 1, li Qers û Erdexanê jî 4 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 24, li Îdirê 22, li Erzinganê 21, li Agiriyê 18, li Erzirom û Qersê 17 û li Erdexanê jî 14 pile be.