Günay Nuh
24 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2021
Gola Çildirê ku 45 kîlomêtre dûrî navenda Erdexanê ye û zivistanê rûyê wê diqerime û bi usûla Eskîmoyan masî jê tên derxistin, derdora wê bi rengên payîzê xemilî.
Gola ku zivistanê ziyaretvan li ser xalî nabin, payîzê jî bi xweşikahiya xwe balê dikişîne.
Dar û berên derdora Gola Çildirê zer bûn û dîmenên xweş derxistin holê.
Ji welatiyan Yusuf Ozer diyar kir ku Gola Çildirê her demsal xweş e û wiha dewam kir, "Gola Çildirê wekî demsalên din payîzê jî pir xweş dibe. Ji ber vê yekê divê meriv her demsal Gola Çildirê bibîne."