Hilmi Tunahan Karakaya
25 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2021
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêma hewa wê ewrayî be.
Ji danê nîvro pê va aliyê bakur baran û şilope wê bibare, li bakurê rojhilatê jî berf tê payîn.
Germa hewayê li herêmê wê li gor şert û mercên demsalê kêm bibe.
Li herêmê bişev germa hewayê ya herî kêm li Erdexan û Erziromê 0, li Tuncelî û Agiriyê pileyek, li Îdirê 4, li Erzincanê 8, li Qersê di binê sifirê da 4 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 18, li Tunceliyê 17, li Agiriyê 14, li Erzincanê 10, liu Erzirom, Qers û Erdexanê 7 pile tê payîn.