Batman
Komeke tebîethezên ji Şanliurfayê hatin li Geliyê Zorê ya di navbera Kulpa navçeya Diyarbekirê û Sasona navçeya BAtmanê da meşiyan.
50 tebîethezên ku bi organîzasyona Kuluba Werzişên Tebîetê û Çiyageriyê ya Şanliurfayê hatin li geliyê Zorê biqasî 12 kîlomêtroyan meşiyan.
Ji birêvebirên kulubê Ayhan Taş piştî meşê daxuyanî da û destnîşan kir ku geli yek ji xweşikahyên tebiî yên herî balkêş a herêmê ye.
Taş got ku bi çalakiyê rojeke xweş derbas kirin û got ku "Tebîeta geliyê, nebatên wê û hewaya wê nuwaze ye. Meşa li vir ji bo me tecrubeyeke gelekî biqîmet bû. Nasandin û parastina herêmê dê helekî kêrhatî be."
Sumeyye Karakaşa ku beşdarî çalakiyê jî bû diyar kir ku ji Şanliurfayê ji bo dîtina xweşikahiyên geliyê hat û got ku "Her kes heyran ma. Birastî jî cihekî gelekî xweş e."
