Deverên bilind ên Wanê bi berfê çîlspî bûn

Van
Li Wanê berf barî û deverên bilind çîlspî bûn.
Li ser rêya navçeya Baxçesarayê xebatên paqijkirina berfê hatin destpêkirin.
Li bajêr ji duh û pê va baran dibare ku, baranê li deverên bilind cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Ji ber berfa zêde ya li ser rêya Wan-Baxçesarayê, li Bihûreka Karabetê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 985 mêtro ye, qalindahiya berfê hin cihan gihîşt 25 santîmêtroyan.
Şofêrên ku ji ber berf û mijê zehmetî kişandin, wesayîtên xwe li kêleka rê dan sekinandin û heta demekê li bendê man.
Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn ji bo ku li ser rê tengasî neyê kişandin, xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.
Ji şofêran Zekî Îltemîş daxuyand ku berfa ewil a salê li ser rê rastî wan hat.
Îltemîş got ekîb li ser rê dixebitin û wiha axivî: "Em ji Baxçesarayê heta Bihûreka Karabetê bi rehetî çûn. Ekîb li vir dixebitin. Ez dikarim bibêjim ku demsala me ya zivistanê dest pê kir. Ev demsal ji bo me bi zehmetî derbas dibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.