Li hin cihên nêzîkî peravê Gola Wanê kevz çêbû

Van
Li Ercîşa navçeya Wanê, li hin cihên nêzîkî peravê Gola Wanê kevz çêbû.
Li Taxa Sahîlkentê li hin cihên nêzîkî peravê rûyê golê kevz girt.
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Gola Wanê gola herî mezin a welêt e û li dinyayê jî gola bi soda ya herî mezin e.
Akkuş got ji ber ku Gola Wanê goleke girtiye, raqima wê bilind e û di zivistanê da jî zêde serma çêdibe her yek dilopeke qirêjiyê li gor golên germ di vê golê da dibe sedema qirêjahiyê.
Akkuş wiha axivî: "Ji ber vê yekê, Gola Wanê ji hêla qirêjiyê va xwedî bingeheke pir krîtîk û nazik e. Di salên dawî da em bi taybetî li ser kevirên devê peravê kevzeke zêde dibînin."
Akkuş destnîşan kir ku giravên kevzan ên mezin li herêmê çêbûne û wiha got: "Ev di rastiyê da bersiva Gola Wanê ya li hemberî qirêjiyê ye. Heke ev di demeke dirêj da wiha dewam bike, ew ê ji bo cihêrengiya biyoyê ya li golê û bi taybetî jî ji bo masîkefalan wê bibe xetereyeke cidî."