Şêniyên taxa ku erdhejê wêran kir niha di malên xwe yên nû da bi dilrihetî rûdinên
Di erdheja 23yê Cotmeha 2011an da ya navenda lerza wê Taxa Tabanliyê ya navçeya Tuşbayê bû, li Taxa Yayliyakayê ya gundewarê ya ku malên wê bi temamî hilweşiyan an jî giran xesar dîtin, ji hêla TOKÎyê malên ji bo erdhejê saxlem hatin çêkirin

Van
Li Wanê di erdheja mezinahî 7,2yan da ya ku 14 sal berê çêbû, Taxa Yayliyakayê ya gundewarê ya ku malên wê bi temamî hilweşiyan an jî giran xesar dîtin, bi piştgiriya dewletê jinûva hat avakirin û şêniyên taxê jî gihîştin malên saxlem.
Erdheja 23yê Cotmeha 2011an da ya navenda lerza wê Taxa Tabanliyê ya navçeya Tuşbayê bû, ji xeynî navenda bajêr li navçeya Erdîşê û gundên wê jî bû sedema xesareke mezin.
Taxa Yayliyakayê ya bi 500 nifûsî ya ku qedera 45 kîlometre dûrî navenda bajêr e, bû ji wan cihan ku di erdhejê da xesara herî giran gihîştê.
Li Taxa ku erdhejê da kesek mir, bi dehan kes birîndar bûn û her wiha mal û gom bi temamî hilweşiyan yan jî giran xesar dîtin, ji bo pêçana birînan hemû derfet hatin seferberkirin.
Li taxê ewil ji bo ku şênî bisitirin kon û konteyner hatin şandin û bi dû ra jî xebat hat destpêkirin ku xaniyên nû bên avakirin.
Şêniyên taxê di malên ku ji hêla TOKÎyê ji bo erdhejê saxlem hatin çêkirin da hatin bicihkirin û ji bo domandina heywandariyê jî piştgirî hatin dayîn.
Şêniyên taxê yên ku niha di malên saxlem da bi dilrihetî rûdinên, rojên bi êş ên erdhejê ji bîr nekirine.
Mixtarê Taxê Enis Koltas ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku di erdheja 14 sal berê da hemû avahiyên kevir û kelpîç ên taxê hilweşiyan.
Koltas bal kişand ku êşeke pir mezin hat serê wan û wiha dewam kir, "Taxa me ya ku di erdhejê da wêran bû bi alîkariya dewletê ji nû va hat avakirin. Di malên me da yên ku ji bo erdhejê saxlem hatine çêkirin, em bi dilrihetî rûdinên. Xwedê ji wan hemû kesan razî be ku bûn piştevan."