Halil İbrahim Sincar
20 Îlon 2024•Rojanekirin: 24 Îlon 2024
Sultan Kosenê li Mêrdînê dijî û bi bejna xwe ya 2 mêtro û 51 santîmê va xwedî nasnavê "mirovê herî dirêj ê cîhanê" ye li Dubaiya bajarê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MEY) avahiya herî bilind a cîhanê ziyaret kir û safariya çolê kir.
Kosenê ku li gundê Dedeya li ser Dêrika navçeya Mêrdînê dijî digel bejna xwe bi destên xwe yên 27,5 santîmêtro û piyên xwe yên 36,5 santîmêtro va di sala 2009an da ket Pirtûka Rekoran a Guînnessê û 15 sal e xwediyê vê rekorê ye li herêmên cuda yên dinyayê welêt temsîl dike.
Kosen heta îro li 128 welatên cuda 500 ziyaret kirine û rawestgeha dawîn a Kosen bû Dubaî.
Sultan Kosenê ku di 13ê îlonê da çû Dubaiyê li wir cilên spî yên edetî yên Ereban li xwe kir û Burc Xelîfe ya avahiya herî bilind a dinyayê ku 160 qat e û 828 mêtro bilind e ziyaret kir.
"Mirovê dêw" li Dubaiyê rastî eleqeyeke mezin hat û wî jî kesên li bajêr digeriyan vexwendin Tirkiyeyê.
Kosen li Dubaiyê bi ATVyê safariya çolê kir û seranserê geştî bi heyranên xwe ra wêne kişandin.