Mümin Altaş
15 Sibat 2022•Rojanekirin: 16 Sibat 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di roja duduyan a ziyareta Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb (MYE) da temasên xwe yên li Abu Dabiyê temam kirin û derbasî Duabiyê bû.
Erdogan li qada pêşengeha pêşengiyê ya Dubai Expo 2020ê bi Alîkarê Serokê MYEyê, Serokwezîr û Mîrê Dubaiyê Şêx Mihemed Bîn Raşîd Al Mektûm ra hat ba hev.

Erdogan û Mektûm ji hevdîtinan heyetan ra seroktî kirin.
Serokomar Erdogan di ziyaretê da deftera rûmetê îmze kir û wiha nivîsî:
"Min seba roja neteweyî ya Tirkiyeyê, Dubaî EXPO 2020 ziyaret kir, ji ber ku li qada pêşengeha pêşengiyê pêşwaziya min kirin ez gelekî bextewar bûm. Ji bo mêvandariya wî ji Al Mektûmê birayê xwe ra sipas dikim. Ji bo serkeftina EXPO 2020 jî MYEyê pîroz dikim."