Dildar Baykan Atalay
16 Sibat 2022•Rojanekirin: 16 Sibat 2022
Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi têlefonê axivîn û geşedanên rageşiya Ukrayna-Rûsyayê nirxandin.
Di daxuyaniya Qesra Sipî ya nivîskî da hat diyarkirin ku Biden û Macron îro bi têlefonê li ser krîza Ukraynayê axivîn.
Biden û Macron hevdîtinên van demên dawîn ên bi hevkarên xwe yên Rûsya û Ukraynayê ra hatin kirin nirxandin.
Biden û Macron gavên poşmankirinê û dîplomatîk ên bi welatên hevkar û mitefîq ra hatin avêtin, hêzdarkirina şaxa rojhilatê ya NATOyê nirxandin.