Abdullah Tel
23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Di hefteya 5emîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da Fenerbahçeya ku di Koma Ayê da cih digire sibê wê bikeve hemberî Zoryaya tîma Ukraynayê û ji bo hildana 3 pûanî wê hewl bide.
Pêşbirk saet 19.00î li Stada Ulkerê wê dest pê bike û ji ser ekrana TRT 1î wê bi zindî bê dayîn.
Fenerbahçe di Lîga Super a Spor Totoyê da Galatasaray û di pêşbirka dawîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê da jî Manchester United têk biribû û bi vî moralî dixwaze li hemberî Zoryayê jî biserkeve.
Di komê da Fenerbahçe piştî Feyenordê bi 7 pûanan bi saya averajê di rêza duyemîn da cih digire û heke li hemberî Zoryayê bi serkeve wê bibe xwedî avantajeke mezin û ji komê derketina wê jî belkî vê hefta hane kifş bibe.
Heke Fenerrbahçe li hemberî reqîbê xwe biserkeve û Feyenord jî Manchester Unitedê têk bibe wê demê nûnerê Tirkiyeyê teqez derdikeve tûra jor.
Di Koma Ayê ya Lîga şampiyonan a UEFAyê da beriya pêşbirkên hefteya 5emîn rewşa pûan wiha ne:
| Tîm | HL | S | B | TÇ | GA | GX | Av | P |
| Feyenoord | 4 | 2 | 1 | 1 | 3 | 2 | 1 | 7 |
| Fenerbahçe | 4 | 2 | 1 | 1 | 5 | 6 | -1 | 7 |
| Manchester United | 4 | 2 | 0 | 2 | 6 | 4 | 2 | 6 |
| Zorya | 4 | 0 | 2 | 2 | 2 | 4 | -2 | 2 |
Hakem Harald Lechnerê ji Federasyona Fitbolê ya Awistiryayê pêşbirka di navbera Fenerbahçe û Zoryayê da wê birêva bibe.