Zeynep Rakipoğlu
20 Îlon 2024•Rojanekirin: 21 Îlon 2024
Navenda Kordînasyona Bobelatê (AKOM) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ragihand ku li bajêr êvarê dê hêza baranê gur be û heta sibê saet 17.00an bi navber dewam bike.
Li gor daxuyaniya AKOMê şiliya ku li bajêr û herêmê tê dîtin ji êvarê pê va dê belavî tevahiya bajêr bibe û cî bi cî wekî barana gur a bi birqetav bibare.
Tê payîn ku baran heta roja şemiyê saet 17.00an dewam bike û tê texmînkirin ku baran li navenda bajêr gur li herêmên ku perava wan bi Behra Reş ra heye gelekî gur bibare û germahî jî di navbera 20-23 pileyan da be.