Haydar Şahin
10 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
ADANA
Polêsên Edeneyê di dema dewriyeyê da bira pezên bêxweyî dîtin û paşê teslîmî xwediyê wan kirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, îxbar hat dayîn ku li Huzurevlera taxa Çukurovaya navçeya Edeneyê pezên bêxwedî hene li ser vê polês derbasî herêma bûyerê bûn.

Ekîbên dewriyeyê li taxê lêkolîn kirin, mî û bizinên i nav taxê da kom kirin.
Polêsan haya zabiteyan pê xistin li ser vê zabite jî hatin herêmê û pez birin mêrgê.
Di lêkolîna polêsan da derket holê ku pez pezê xwediyê restorantekî ye, dema pez li dervayê bajêr diçêriya şiwan di xew da çûyê û pez daketiya nav bajêr.
Piştî karûbarên fermî heywan teslîmî xwediyê wan kirin.