Haydar Şahin
08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
DIYARBAKIR
Tûrîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî tehmên herêmî yên Diyarbekirê didin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku Sûr û Baxçeyên Hevselê yên di Lîsteya Mîraya Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin, Mizgefta Mezin a ku wekî Herema Şerîf a 5an tê zanîn, Dêra St. George, Xana Artukiyan û Îçqaleya avahiyên mîmariya Osmaniyan û Komarê lê hene bi hatina biharê va dest bi mazûvaniyê kirin.
Tûrîstên ku li mekanên dîrokî digerin ji bo ku zikê xwe têr bikin diçin loqanteyên ku xwarin û xurekên herêmî yên Diyarbekirê difiroşin.
- 20 cure xwarin û xurek
Cîhan Aslanê xwediyê Loqanteya Aslan a ku 48 sal e li Sûrê xizmetê dide diyar kir ku bi hatina biharê va qerebalixiya tûrîstan dest pê kir.
Aslan destnîşan kir ku însanên xwediyê ziman û çandên cuda bi hezaran salî li Diyarbekirê di nav hev da jiyan, ji ber vê jî çanda xwarin û xurekê ya bajêr zehf dewlemend e.
Aslan got ku di hefteyê da 6 rojan ji bo mêvanên xwecî û biyanî 20 cure xwarin û xurekên wekî meftune, kutilk, parxan û kibaban çêdikin lêbelê tûrîst herî zêde tehmên herêmî tercih dikin.