Önder Beyter
08 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
DIYARBAKIR
Li herêmên Rojhilat û Başûrê Rajhilatê Anadoluyê jinên ku ji ber sedemên cuda ji perwerdeyê mehrûm diman û ji kar û şixul dûr diketin, êdî di nava jiyana şixul da dexmeya xwe li kar û pîşeyê didin.
Jinên ku bi fedekarî, cefakarî, xîret, serkeftin û berxwedana xwe ya dijî zehmetiyên jiyanê va rûmeta Anadoluyê ne, êdî li hemberî tengasiyan stûyê xwe xwar nakin, astengiyên ku derdikevin pêşiya wan ji xwe ra dikin nerdewan û pê ber bi xewn û xeyalên xwe hildikişin.
Li herêmê jinên ku li bajarên cuda hatine dinyayê, di nava malbatên qelebalix da mezin bûne, gelekî zehmetî kişandine û herwiha ligel van yekan perwerdeya xwe birine serî, êdî di jiyana şixul da jî bi serkeftinên xwe va derdikevin pêş. Herwiha ligel van hemû berpirsiyariyan, dema jin diçin malê, karê nava malê jî li benda wan e. Anku ligel kar û şixulê derva, jin berpirsiyariyên xwe yên nava malê jî tînin cih.
Jinên ku li malê pîrek û dayîk in û herwisa di jiyana şixul da jî dibêjin "Ez jî li vir im", hêvî û daxwaz dikin ku keçan bidin ber xwendinê û herwiha tundî, kuştin, tacîz û destdirêjiya dijî jinan jî bi dawî bibe.
Alîkara Şaredarê Kayapinara Diyarbekirê Şikran Mermut ku li Sûra Diyarbekirê di malbateke qelebalix da tevî 6 xwişk û bira mezin bûye, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da bal kişand ku jin di hemû qadên jiyanê da hene.
Asuman Karacika ji Qersê ya ku di malbateke qelebalix da tevî 7 xwişk û bira mezin bûye, par wekî midûrê ewlekariyê bo navçeya Sûrê ya ku rêxistina terorî PKKê gelek êriş lê pêk anîn û xelkê navçeyê mexdûr kir, hat tayînkirin.
Sebahat Sever ku li Mûşê di malbateke qelebalix da tevî 7 xwişk û bira mezin bûye û niha jî di Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê da ajokera otobêsê ye, bi rûyê xwe yê germ û geş va hem bala rêwiyan dikişîne û hem jî xwe bi rêwiyan dide hezkirin.
Severê li Îzmirê ajokareke jin a otobêsê dîtiye û wisa biryar daye ku bibe ajokar. Severa ku ev 1,5 sal e otobêsê diajo, diyar kir ku heger jin bixwaze, dikare di her karî da bi ser bikeve.
- Yilmaza Seroka Komeleya Karsaz û Tomerîfiroşên Sûrê
Karsaz Şukran Yilmaz ku li Sûra Diyarbekirê di malbateke qelebalix da tevî 7 xwişk û bira mezin bûye, serokatiya Komeleya Karsaz û Tomerîfiroşên Sûrê ku 572 endamên wê yên mêr hene, dike.
Yilmazê diyar kir ku wê li hemberî tu astengiyê paş da gav neavêt û şûna ku bêje, "de bes e" wê timî têkoşîna xwe dewam kir.
Derya Kalpana Alîkara Midûrê Dibistana Navîn a Alî Kuşçu, ku li Bismila navçeya Diyarbekirê di malbateke qelebalix da tevî 15 xwişk û bira mezin bûye, bi serfiraziya xwe va ji keçan ra jî dibe nimûne.
Derya Yildiz ku li Wanê jidayîk bûye û ji 9 xwişk û bira, wekî zaroka duyemîn hatiye dinyayê jî 5 sal e li 112 Servîsa Bilez a Diyarbekirê wekî paramedîk û ajokara ambulansê dixebite. Yildizê karê xwe bi eşq û şewq dike.
Yildizê diyar kir ku dema însan wê dibînin, hem metelmayî dibin û hem jî şa dibin û wiha dewam kir, "Roj heye ez nexweşan didim milê xwe, roj heye ez bi nexweşan ra digirîm û dikenim."