Yılmaz Kazandioğlu
05 Adar 2025•Rojanekirin: 07 Adar 2025
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li Mizgeftên seranserê bajêr xebata paqijiyê dike.
Li gorî daxuyaniya Şaredariyê, Serokatiya Daîreya Karûbarê Tendirustiyê bi mebesta ku welatî di meha remezanê da îbadetên xwe di jîngeheke paqijtir, bi tendirust û hewaxweş da bikin, xebat da destpêkirin.
Şaredarî bi 30 karmend û 5 wesayitan xebatan birêva dibe û ekîbên şaredariyê refên pêlavan, awêze, refên pirtûkan, pencere, derî û xalîçeyên mizgeftan paqij dikin û destavgehan dezenfekte dikin.
Xebatên ekîban ên di warê paqijiya mizgeftanda ewê seranserê meha remezanê berdewam bin.