03 Mijdar 2015•Rojanekirin: 04 Mijdar 2015
CENEVRE
Komiseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) diyar kir ku li çar aliyê dinyayê di her 10 deqîqeyî de sebiyekî bêwelat tê dinyayê.
Rapora KBPNYyê ya der heqê "Zarokên Bêwelat" de hat eşkerekirin. Hat ragihandin ku ji bo ev rapor bê amadekirin ji 250yî zêdetir zarokên bêwelat û malbatên wan re hevdîtin hat kirin.
Li gor agahiyên raporê cih zarokên bêwelat "bêhêvî ne, rastî cûdakariyê tên û hêviya wan nemaye."
Li 7 welatan bi zarokên ku bêwelat re hevdîtin hat kirin û hat gotin ku ew xwe "bêqîmet, biyanî, kesên çavê wan li desta û seyên kuçeyan" dibînin.
Di raporê de hat gotin ku kesên bêwelat di qada kar û tenduristiyê de rastî gelek astengiyan tên û ev yek jî derûniya wan serobin dike.
Li gor daneyên raporê ew kesên ku ji ber şer, nijad, dîn û hin meseleyên din koçî 20 welatî kirine salê herî kêm 70 hezar sebiyên bêwelat tên dinyayê. Li seranserê dinyayê jî di her 10 deqîqeyî de pitikeke bêwelat tê dinyayê.
KBPNYê di rapora xwe de diyar kir ku li seranserê dinyayê ji 10 milyonî zêdetir kesên bêwelat hene û ev pirsgirêk bi salen e heye.