Sidar Can Eren
30 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 10 Sibat 2024
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê bi rengê spî venixumî.
Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ku di nav parkên neteweyî yên girîng ên Tirkiyeyê da ye û ji qadeke bi qasî 42 hezar hektarî pêk tê, ji bo gelek ajelên kovî dibe jîngeheke xweş.
Parka neteweyî ya ku di her werzeke çar demsalan da xwediyê dîmenên cuda ye, piştî baranên dawîn bi berfê xemilî.
Bedewiya zivistanê ya li parka neteweyî ya ku Çemê Munzurê di navê ra derbas dibe, bi droneyê hat kişandin.
Hin siruşthez jî di nava bedewiya zivistanê a parka neteweyî da geriyan.