Ulaş Güven,Sayim Harmancı
30 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2024
Li navenda Hekariyê û navçeya Yuksekovayê ji ber berfa ku çend roj e dibare xaniyên yekqatî, gom û tewle di binê berfê da man.
Li deverên bilind ên bajêr qalindiya berfê ji 2 mêtroyan derbas bû.
Li hin gundên ku zivistan lê dijwar derbas dibe jî xaniyên yekqatî, gom û tewle di binê berfê da man.
Welatiyan berfa li ser banê mal û tewleyên xwe bi kepçeyê paqij kir.
Li gundan jî cotkar ji bo xwedîkirina heywanên xwe di nav şert û mercên dijwar da dixebitin.
Nîhat Açikelê li gundê Koprucuka Yuksekovayê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şert û mercên zivistanê ji bo wan zehmet in û wiha axivî: "Em hewl didin ku rêya mal, gom û tewleyên xwe vekin. Li vir 6 mehên me zivistan e. Carinan em bi saetan hewl didim ku rêya mala xwe vekim. Xwedê alîkariya me bike."
Muhteber Karayê jî wiha got: "Min ê nan bipeta, lê rêya tendûrê hat girtin. Min bi derfetên xwe hewl da ku vekim. Zivistanê em zehmetiyên mezin dikşînin."
Lokman Cankurtaran jî diyar kir ku ew bi heywandariyê ra mijûl dibin û zivistanê li dijî şert û mercên dijwar ew têdikoşîn."