Jiyan

Meteorolojiyê ji bo hin bajaran hişyariya barana gur da

Ayşe Karaosmanoğlu  | 27.01.2026 - Rojanekırın : 28.01.2026
Meteorolojiyê ji bo hin bajaran hişyariya barana gur da

Ankara

 Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo hin bajaran hişyariya barana gur da.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, sibê li rojhilatê Antalyayê wê baraneke zêde bibare.

Sibê li rojhilat û başûrê rojhilatê welêt baran tê payîn.

Li Meletî, Elezîz, Adiyeman, bakurê Şanliurfayê, Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, başûrê rojhilatê Sêrtê, Hekarî û Şirnexê baran wê bibare û tavî çêbibe.

Li başûrê Meletî û Elezîzê, bakurê Diyarbekirê, Hekarî û Şirnexê jî tê payîn ku berf û şilope tevlihev bibarin.

Ji ber astengiyên di hatin û çûyînê da, qeşa, bager û şepeyê yên li deverên bilind jî hişyarî hat dayîn ku welatî bi baldar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın