Beşir Şavur
27 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2026
Zahît Munganê ku li Mêrdînê hostayê bafirokan e, li Qeterê beşdarî festîvala bafirokan bû.
Munganê 34 salî yê ku hewesa xwe ya zarokatiyê ji bo bafirokan veguherand hunerê, bi rêya festîvalên ku li 38 welatan beşdar dibe, çanda dewlemend a Mêrdînê bi cîhanê dide nasîn.
Mungan bafirokên xwe di 4emîn Festîvala Bafirokan a Navneteweyî ya Qeterê da ku di navbera 14-24ê Çileya Paşîn da li Qeterê hat lidarxistin, firandin.
Mungan piştî vegera xwe ji festîvalê, bi rojnamevanan ra axivî û got ku bafirokên wî yên ku li Mêrdînê çêkiribûn, li gorî yên festîvalê pir cuda û balkêş bûn.
Mungan diyar kir ku bi bafirokan çanda Mêrdînê nîşan dide û wiha got,
"Min bafirokên Şahmaran û Teyrê Tawis amade kirin û min bir Qeterê li wê derê eleqeyeke mezin dîtin. Li Qeterê gelek festîval têne lidarxistin da ku geştiyariyê vejînin. Yek ji wan festîvala bafirokan e. Di festîvala bafirokan da ku ez li Qeterê beşdar bûm, min eleqeyeke mezin dît. Me 10 rojan bafirok firandin. Qeter herêmek bayî ye û ji bo firîna bafirokan pir guncaw e. Ji ber vê yekê, rojek bêyî firîna bafirokan derbas nebû."