Sevim Hatun
07 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ANKARA
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Daristan û Karên Avê ji bo 7 bajaran hişyariya barana gurr da.
Li gor daxuyaniya midûriyetê li Şanliurfa, Elazig, Adiyaman, Malatya, Tuncelî, Sîvas û Erzincan û herêmên derdorê wê danê nîvroyê baran dest pê bike car caran bisekine û heta êvarê bibare.
Dibe ku lehî rabe, birûsk biavêje, digel baranê ba çêbe û zîpik bibare. Rayedaran hişyarî da ku niştecihên herêmê baldar bin tedbîrên xwe bigirin.