Gazi Nogay
25 Sibat 2023•Rojanekirin: 07 Adar 2023
Malbata di erdhejên Meraşê da mala wan zirar dît û di kon da hatin bicîkirin dev ji kewa xwe ya navê "Boncuk" lê kirine, berneda.
Mala malbata Aksu ya li Taxa Kayabaşiya ser navçeya Dulkadîrogluyê bû di erdhejên Meraşê da zirar dît û ew ewilî di navenda stargeha berwext da bi cî bûn û paşê jî derbasî konbajarê li Stada Walî Saîm Çotur, bûn.

Malbata Aksu di konê bi cî bûn da bêhna xwe bi Boncukê derdixin.
Dayika malê Melek Aksuyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mala wan di erdhejê da zirar dît û ew tevlî mêrê xwe Alî û kurê xwe Cesur Aksu derketin û çendekê di wesayîtê da man û paşê jî li konbajêr bi cî bûn.

Aksuyê diyar kir ku ew ji çûkan hez dike û wiha pê da çû: "Ez ji kewan jî gelekî hez dikim û min du cûcikên kewê kiribûn û niha yek ma. Niha bi tenê Boncuk ma."
Dayik Aksuyê ragihand ku di erdhejê da ew ji nişka va ji malê derketin û piştî çendekê çûn malê û kewa xwe jî anîn.
Aksuyê axaftina xwe wiha domand: "Ji ber erdhejê me nikaribû em herin malê, loma qasî hefteyekê bi tenê ma. Pûrta wê weşiyaye, xemgîn bû. Bi qasî hefteyekê tiştek nexwariye û hêdî hêdî bi ser xwe va tê. Niha jî bi me ra di kon da dimîne û duh deng pê ket."