Mustafa Bikeç
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2024
Li Ûlûdagê dem demî berf dibare, bi barîna berfê rêyên bi fetlanok yên çiya sipîçîl bûn û dîmenên nuwaze derketin holê.
Her sal hejmarek zêde turîstên biyanî û xwemalî Ûlûdagê ziyaret dikin. Îsal jî bi barîna berfê re Herêma Otêller û navenda kaşûnê bi berfê nixwumî.
Li herêmê piştî barîna berfê bi taybetî rêyên bifetlanok dîmenên xweşik derxistin holê.
Dîmenên xweşik yên Ûlûdag û rêyên wê ku wekî wêneyên ser karpostalan xuya dikin bi droneê hatin girtin.