Metin Aydemir
17 Gulan 2023•Rojanekirin: 17 Gulan 2023
Li Bucaya navçeya Îzmirê di navbera du koman da pevçûn derket, ciwanekî 17 salî hat kuştin.
Li Taxa Înkilapê du kom ji ber sedemeke nediyar li Parka Şîrînyerê pev çûn.
Îbrahîm Akgulê 17 salî hat kêrkirin û birîndar bû.
Akgul rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Buca Seyfî Demirsoyê.
Li hemberî hemû hewldanan Akgul ji mirinê nefilitî.
Şikbar M.A. û A.E hatin binçavkirin.